Hewlêr (ZNA) - Li gor daxuyaniyeke encûmena serokwezîrên Iraqê îro, piştî civîna li gel şanda herêma Kurdistanê serokê Fransayê Emmanuel Macron, peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir tê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê kir.
Li gor daxuyaniyê serokê Fransayê Emmanuel Macron peywendî bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kirire.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî civîna li gel şanda herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewlên xwe bo destpêkirina danûstandinên Hewlêr û Bexda destpêkir û telefeona Heyder ebadî kir.
Li gor daxûyaniyê Macron û Ebadî tekezî li ser wê yekê kirin ku, pêwîste pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexda bi rêya danûstandinan li gor destûrê çareser bibin.2764 car hatiye dîtin |
|