Serokê parlamentoya Iraqê diyar kir ku, rêya çareserkirina pirsgirêkan di navbera hikumeta federal û hikumeta herêma Kurdistanê danûstandine.
Serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di çarçoveya dîdarekê de ragehand ku, bo qonax bê divê armanca serke ya hemû dezgehên dewletê aramiya siyasî, civakî û ewlekariyê be.
Di hevdîtina xwe de rêya çareserkirina pirsgirêkan di navbera hikumeta fedral û hikumeta herêma Kurdistanê danûstandine.
Daxuyaniya serokê parlamentoyê piştî kongreya rojnamevanî ya serokwezîrên herêma Kuristanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Fransayê hat, ku di wê kongereya rojnamevanî de serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû ku, me ji Bexdayê re got, em di çarçoveya Destûra Iraqê de amade ne danûstandinan bikin.2932 car hatiye dîtin |
|