English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-30 [01:18 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarîya hevpeymaniya navneteweyî li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka ragihand ku , 400 leşkerên amerîkî yên li gel HSDê di operasyona rizgarkirina Reqayê de beşdarî dikirin wê vegerin malên xwe. ji Fermandarîya hevpeymaniya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê ya li Iraq û Sûrîyeyê li dijî rêxistina DAÎŞê şer dike hate ragihandin ku wê 400 leşkerên amerîkî yên topavêj wê vegerin malên xwe. Li gor daxuyaniyekê leşkerên amerîkî ên wê ji Sûrîyeyê bêne vekişandin di operasyona rizgarkirina Reqayê de beşdarî dikirin. Li gor ragihandina Ajansa TASS a rûsî, di daxuyanîya fermandarîya hevpeymaniya de tê destnîşankirin ku pîyadeyên deryayî yên topavêj ên tabûra yekemîn a liwaya 10an yên di operasyona Reqayê de beşdarî kirin, wê vegerin malên xwe.



2758 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad