English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-30 [11:22 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Amerîka, piştî muşeka dawî ya Koreya Bakur bang li hemî welatên cîhanê kir ku peywendîyên xwe bi Pyongyangê re qut bikin. Ligor nûçeya VOAyê, Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley dîyar kir ku divê bi taybetî Çîn dijî Koreya Bakur gavên berçav biavêje. Haley da zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump ji hevtayê xwe yê Çînî Şi Jinping xwestîye ku êdî petrolê nefiroşe Pyongyangê. Haley di axaftina xwe ya li Civata Ewlekarî ya NY got ku ‘’Em pevçûnan naxwazin, lê ger şer derkeve ewê Koreya Bakur bi temamî ji holê rabe’’ Qesra Sipî jî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serok Trump bi Jinping re li ser telefonê axifîye û ji wî xwestîye ku Koreya Bakur îqna bike ku provokasyonên xwe rawestîne. Çîn, hevalbendê herî mezin ya Koreya Bakur e û her du dewlet bi hev re bazirganîyê jî dikin.



2938 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad