English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-30 [10:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Nûnerê Federasyona Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî, Vasîlî Nebenzya di civîna Neteweyên Yekgirtî de nerazîbûna Moskowê ji siyaseta Waşingtonê ya li Sûriyê anî ziman û ragihand, çalakiyên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokêşiya Amerîkayê bi awayekî berbiçav Sûriyê parçe parçe dikin. Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî Vasîlî Nebenzya got, agahiyên nû ji herêmên Sûriyê digihîjie destê wan ku li gorî wan zanyariyan hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê, li wan herêmên Sûriyê ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar dikin, rêveberiyên xwecihî ava dikin. Vasîlî Nebenzya da xuyakirin, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewdewletî alîkariyên aborî didin wan rêveberiyên xwecihî yên li Sûriyê û herwiha bi wan re re avakirina wan herêman gotûbêj dikin, beyî ku ti hesabekî ji rêveberiya Şamê re bikin. Nebenzia destnîşan kir, ew pêngavên ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka li Sûriyê diavêje, Rûsya wan pêngavan weke perçekirina Sûriyê dibîne. Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê ku Amerîka serkêşiya wê dike, li Sûriyê alîkariyên leşkerî û darayî pêşkêşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike û di operasyonên ji bo rizgarkirina Minbic, Reqa û navçeyên li rojhilatê Dêrezorê piştevaniyên locîstîk daye hêzên HSDê. Herwiha Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdeweltî li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê çend navend û baregehên serbazî vekirine û bi sedan ji hêzên xwe yên leşkerî tevî tank, top û çekên giran li wan herêman bicih kirine. Di operasyonên Reqa û Dêrezorê de Amerîkayê gelek alîkariyên leşkerî ji HSDê re şand û piştî rizgarkirina Tebqa, Reqa û navçe û bajarokên din ên ser bi Reqa û Dêrezorê ve bi piştgiriya Amerîkayê rêveberiyên xwecihî ji aliyê HSDê ve hatine avakirin.



2833 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad