English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-30 [10:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gorî raporeke encûmena pîran ya Amerîka, ku li ser bihedirdana pereyan li wî welatî hatiye amadekirin, diyar bûye ku ji encama xemsariyê, bi nirxê 1 milyar Dolar, pêdiviyên serbazî yên Amerîkî li Iraqê nebedî bûne. Li ser wê mijarê malpera "Fox News" belav kiriye, ku sînatorê komarîxwaz Cêms Lankford raporek ji 86 rûpelan amade kiriye û li ber destê encûmena pîran daniye û têde derbarê budceya hikûmeta Amerîka gotiye, bi nirxê 1 milyar Dolar pêdiviyên serbazî Amerîkî li Iraqê nexuya ne. Lankford dibêje: "Ev rapor eşkere dike, bi gujmê 6 milyar û 437 melyon Dolar ji budceya hikûmeta Amerîka, li ser pirojeyên bê mifa hatiye xerckirin" ji wî gujmî jî, bi yek milyar Dolar pêdiviyên serbazî yên Amerîkî li Iraqê winda bûne. Ji aliyê xwe ve kongirêsmanekî Amerîkî tometa windabûna wan pêdiviyan dixe stiwê Hikûmeta Iraqê de, ku nekariye wek pêwîst çawdêriya wan kel û pelan bike.



2839 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad