English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-29 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li serok, sekreter û nûnerên partiyên Xirîstiyaniyên Kurdistanê kir. Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin. Serok Barzanî spasiya helwesta niştimanî ya partiyên Xiristiyanî kir ji bo piştevanîkirina li proseya referandûmê û behsa wan sedeman kir, ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê da û bûyerên piştî referandûmê jî çespand ku biryara gelê Kurdistanê çendî rast û rewa bû. Her di wê civînê de, proseya siyasî ya Kurdistanê xiste ber guftûgoyê û tekezî li ser encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Iraqê kir, wek çareseriyeke guncaw ji bo proseya siyasî ya herêmê. Di beşeke din ya civînê de, tekezî li ser maf û beşdariya tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê di proseya siyasî û gerentiya mafên wan di destûra bê ya Herêma Kurdistanê de hate kirin, ku berî encamdana referandûmê referandûmê di belgeyekê de hatibû pesendkirin. Rewşa navçeyên deşta Neynewa û teheda û gefên li pêş pêkvejiyanê û dahatiya wan navçeyan tewereke din ya wê civînê bû.



3052 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad