English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-28 [12:58 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê ragehand, civîna îro ya encûmena parêzgeha Kerkûkê ne yasayî ye. Îro 28.11.2017ê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talabanî ragehand: ‘’Civîna îro ya encûmena parêzgeha Kerkûkê ne yasayî ye, ji ber ti pîvaneke peyrewa navxwe ya encûmena parêzgehê, bi taybet jî yasa 21 a destbikarbûnê û wek destûra Iraqê de tê gotin bê serokê encûmenê, civîna encûmena parêzgehê nikare birêve biçe û eger rêjeya endaman temam jî be ew nayê kirin.’’ Rêbwar Talabanî ji K24ê re ragehand, nayê zanîn ka hikûmeta Iraqê çawa danûstandin li gel wê civîna ne yasayî ya encûmena parêzgeha Kerkûkê dê bike û naha li Iraqê ti nirxeke destûrê û yasa nemaye. Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Em gotinên serokomar keyfxweş bûn ku ragehand, pêwîste rewşa Kerkûkê bê aram kirin, ev yek ji daxwazên me ye jî û eger rewşa Kerkûk vegere berî 16ê cotmehê wê demê emê bibin yekem kes ku vegerin Kerkûkê. ‘’ Derbarê axaftina serokomarê Iraqê ya hilweşandina encûmena parêzgeha Kerkûkê de jî Rêbuwar Talabanî amaje bi vê yekê kir û got, serokomar babeteke nû behs nekiriye, ji ber berê jî encûmena nûnerên Iraqê ev yek red kir, ku encûmena parêzgeha Kerkûkê bê hilweşandin û di ti madeyeke destûra Iraqê de jî tineye ku encûmena parêzgehê bê hilweşandin.



3088 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad