Hewlêr (ZNA) - Mihemed Mecid Kerkûkî – ew gencê têkoşer ê ku piştî dagîrkirina Kerkûkê ji alî Heşda Şabî û Artêşa Iraqê bi alîkariya Pasdaran ve, derket ser otombilek serbazî ya Artêşa Iraqê û Al a wan anî xwar, îro ji aliyê Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Serok Barzanî, Mihemed Kerkûkî wekî sembola têkoşîna dijî zilm û îxanetê wesfkir. Herweha helwêsta wî ya qehremanane pîrozkir û spasiyê xwe arasteyî gencê Kerkûkî kir.
Serok Barzanî destnîşankir ku, ew helwêsta Mihemed Kerkûkî, lipêş tevayiya cîhanê helwêstek dijî zilm, ixanet û dagîrkirina Kerkûkê bû û vê pêngava Kerkûkî rêzdariyek mezin ligel gelê Kurd peyda kir.2875 car hatiye dîtin |
|