English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-28 [11:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Di çarçoveya civîna li gel beşek ji berpirsên siyasî, idarî û hizbî li sînorê Silêmanîiyê, Helebce û Raperîn Serok Barzanî ragehand ku, gelê Kurdistanê neşikestiye, lê îxanet lê hate kirin, ew rewşa niha demikî ye û iradeya gelê me dê biserbikeve. Li gor daxuyaniyekê ku, wêneyeka wê bo BasNewsê jî hate şandin îro, Duşemê 27.11.2017 li Selahedîn serok Barzanî li gel encûmena parêzgarên ser bi PDK li sînorê Silêmaniyê, Helebçe û Raperîn civiya. Serok Barzanî ew yek dupat kir, sedema wê rewşê ne referandûm e, belkû ji zû ve Bexda niyaza wê hebû êrîşî Kurdistanê bike. referandûm nehatiba kirin jî, plan li dijî Kerkûkê her hebû. Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de referandûm bi biryareke rast û durist a gelê Kurdistanê zanî ku diviyabû zûtir encam daba û bi pîroztirîn û rewatirîn destkeftên niştimanî û netewî ya gelê Kurdistanê binav kir. Herwiha got jî, referandûm dengê rewa û aştiyane yê gel e û bi ti yasa û hikûmetek nikare wî dengî hilweşîne. Ewa ku berbest bo wê destkefta mezin dirust kiriye ixaneta taqemekê bû ku pişta xwe kirin gelê Kurdistanê û Kerkûk firoton û radest kirin û heger ew îxaneta 16ê Cotmehê neba, niha gelê Kurdistanê di rewşeke din de bû. Serok Barzanî ew ji amadebûna re aşkere kir, rewşa xiyanet, dagîrkirî û ferza dîfakto bi zor û çekê, nasnameya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nayê guhartin. Em her dem, niha û berê jî me gotiye ku dixwazin Kerkûk û navçeyên din bikin nimûneyeke pêkvejiyan û aştiyê ji hemû pêkhateyan re û ferzkirina emrê waqêi bi ti awayekî nayê qebûlkirin. Di dawiyê de, Serok Barzanî spasiya xweragiriya gelê Kurdistanê, Kerkûk û navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku îrade û hêviya wan bihêz be, ji ber ku doza gelê Kurdistanê rewa û dadperwer e û ew rewşa niha heye, demkî ye û derbas dibe.



2836 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad