English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-28 [11:27 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê fraksiyona YNKê li encûmena nûnerên Iraqê radigehîne ku civîna îro ya encûmena nûnerên Iraqê, bi tometa gendeliyê vexwandina wezîrê gehandin û veguhestinê yê Iraqê ye. Serokê fraksiyona YNKê li encûmena nûnerên Iraqê Arêz Ebdula ji BasNewsê re ragehand, îro 28.11.2017ê parlamentoya Iraqê dê civîneke asayî pêkbîne. Di wê civînê de wezîrê gehandin û veguhestinê Kazim Fincan dê amade be û dê guh li axaftina wî û parastina wî bê girtin. Ji ber tometa gendeliyê li ser wî heye û parlamenter jî piştre dê deng li ser ji kar dûrxistin an jî li ser kar mana wî bidin.



2989 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad