English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-28 [11:05 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand, ew dê li ser hevkariya xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) re ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike, berdewam bin. Pentagonê ragihandiye, ew tekezî li ser hevbeşiya xwe ya li gel Hêzên Sûriyeya Demorkatîk dikin. Pentagonê herwiha diyar kir, wan ji Tirkiyê re ragihandiye, ew çekên ku ji grûpên sûrî yên çekdar re tên şandin, tenê ji bo erkên leşkerî yên sînordar û diyarkirî ne. Ragihandina berdewambûna alîkarî û hemahengiya navbera Pentagonê û hêzên Kurdî yên li Sûriyê di demekê de ye, ku pêştir berpirsên Tirkiyê ragihandibûn, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotûbêjeke telefonî de li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soz daye, ku êdî çek ji YPGê re neyên şandin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser wê mijarê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku Turmp tekez kiriye ku wî rênimayî û ferman daye fermande û generalên amerîkî û Şêwirmenda Asayişa Netewî ya Amerîkayê McMaster ku êdî nabe çekan bidin YPGê. Çavuşoglu herwiha gotibû, ew weke Tirkiyê ji wê helwestsa nû ya Trump û Amerîkayê ya li hember YPGê razî û spasdar in û hêvî kiribû, ku di pratîkê de wê helwesta Waşingtonê bibînin.



2899 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad