English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-27 [01:33 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm dibêje, encumena parêzgeha Kerkûkê dê heta hilbijartinan li ser karê xwe berdewam be. Mehsûm her wiha dide zanîn ku madeya 140 ya Destûra Iraqê jî dê were bicîhanîn. Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm îro çû Kerkûkê û bi parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Mehsûm derket pêşberî rojnamevanan û ragihand ku dê bi tevahiya aliyên siyasî û fermî yên Kerkûkê re hevdîtin bike. Fuad Mehsûm her wiha got, encumena parêzgeha Kerkûkê heta hilbijartinan dê li ser karê xwe berdewam be. Li ser madeya 140 ya Destûra Iraqê, ku behsa wê yekê dike qedera deverên Kurdistanî dê bi referandomê bê diyarkirin, Mehsûm got, madeya140 dê were bicîhanîn.



2680 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad