Hewlêr (ZNA) - Serokomarê kurd ê Iraqê Fuad Mehsûm îro bi serdanekê çû bajarê Kerkûkê.
Kêlîkek beriya niha serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ku di çarçoveya serdanekê hatiye Herêma Kurdistanê, gihîşte bajarê Kerkûkê.
Tê pêşbînîkirin ku Mehsûm bi berpirs û dezgehên bajêr re hevdîtin bike.
Ev cara yekemîn e ku serokomarê Iraqê piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve diçe Kerkûkê.
Fuad Mehsûm li ser pişka YNKê bûye serokomarê Iraqê û endamê polîtburoya wê partiyê ye jî.2725 car hatiye dîtin |
|