English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-27 [10:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku girtina balefirxaneyên Herêma Kurdistanê, bandoreke nerênî li gihandina alîkariyên mirovî ji bo penaber û koçberan û herwiha çareserkirina pêşmergeyên birîndar kiriye. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 26.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Holandayê li Iraqê Mategz Wlterz û Konsula Holandayê li Herêma Kurdistanê Janet Alberda kir. Di civînekê de Balyozê Holandayê li Iraqê Mategz Wlterz daxwaz kir, ku diyaloga di navebera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike. Mategz Wlterz got, ku ew hatiye Hewlêrê daku ji nêzîk ve haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û diyar kir, ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê û Hevpeymaniya Navdewletî giring in û têkeliyên wan dê li gel Hewlêr û Bexdayê berdewam bin. Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bo derbaskirina vê rewşê heye kir. Serkwezîr herwiha behsa reşnivîsa budceya Iraqê ya sala 2018ê kir û da xuyakirin, ku hikûmeta Iraqê beşa budceya herêma Kurdistanê kêmkiriye. Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku ji bo destpêkirina diyaloga cidî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de rola civaka navdewletî di amadekirina atomsfereke guncaw de giring e û ev yek dikare bibe alîkar da ku hemû pirsgirêk li gorî Destûra Iraqê werin çareserkirin. Di axaftina xwe de Serokwezîr balkişande ser dorpêça li ser balefirxaneyên Herêma Kurdistanê û got: “Girtina balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, di warê gihandina alîkariyên mirovî ji bo penaber û koçberan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve û çareserkirina nexweşiyan û pêşmergeyên birîndar bandoreke nêrênî kiriye.”



2950 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad