English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-27 [10:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Xwepêşandanên Islamiyên Pakistanê li paytexta wî welatî berdewam e û hikûmeta Pakistanê daxwaz ji artêşa wî welatî kir ku rewşa ewlekariya paytextê kontrol bike. Bi hezaran îslamiyan rêyên sereke yên Islam Abad a paytexta Pakistanê li ser hatinûçûnê daxistin û daxwaza dûrxistina Wezîrê Dadê yê Pakistanê kirin. Herwiha xwepêşander ji guhertinên ku meha bihorî di yasaya hilbijartinan a wî welatî de hatine kirin, nerazî ne. Xwepêşandana pakistaniyên nerazî rastî destwerdana hêzên polîs ên wî welatî hat û di navbera her du aliyan de alozî derket. Hêzên polîs bi ava şid û gaza rondikrêj û bîberê êrişî xwepêşanderan kirin û hewla belavkirina wan dan. Di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn. Li gorî Wezareta Tendirûstiya Pakistanê, di encama tundutîjiyên di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de, ji duh Şemiyê ve 6 kes hatine kuştin û nêzîkî 200 kesan jî birîndar bûne. Piştî berfirehbûna xwepêşandanê û derketina alozî û pevçûnan, hikûmeta Paksitanê daxwaz ji artêşa wî welatê kir, ku rewşa ewlekariyê li paytext kontrol bike û xwepêşandanan bi dawî bîne. Tevî wê daxwaza hikûmetê, artêşa Pakistanê hêj ti hêzeke serbazî bo belavkirina xwepêşandanan nebiriye ser cadeyan û cihên giştî yên bajarê Islam Abad a paytexta wî welatî.



3139 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad