English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-23 [12:09 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Brîtanya Christian Terner daxwaza destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

 

Cîgirê Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Brîtanya Christian Terner duh Çarşembî 22ê Mijdara 2017ê serdana Iraqê kir û li Bexdayê çendîn hevdîtin li gel rayedarên Iraqê pêk anî.

 

Terner bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Wezîrê Berevaniya Iraqê Irfan Elheyalî û Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî civiya û bi wan re derbarê alîkariyên Brîtanya û Iraqê di warê ewlehiyê de û bi taybet piştî rizgarkirina bajarên Iraqê ji destê DAIŞê gotûbêj kir.

 

Li gorî daxuyaniya şanda Brîtanya, Terner di civînên xwe yên li gel rayedarên iraqî de, tekezî li ser pabendbûna neguher a welatên xwe bo parastina asayişa Iraqê kiriye.

 

Cîgirê Şêwirmendê asayişa Niştimaniya Brîtanya herwiha piştevaniya Londonê bo seqamgîrkirina navçeyên rizgarkirî yên Iraqê jî nîşan daye.

 

Christian Terner derbarê pirsgirêkên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî tekezî li ser giringiya destpêkirina diyalogê di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çaçroveya Destûra Iraqê de ji bo pêkanîna paşerojeke yekgirtî û seqamgîr bo gelên Iraqê kiriye.

 

Terner di civîna li gel Heyder Ebadî û berpirsên din ên Iraqê de behsa hilbijartinên sala 2018 li Iraqê, alîkariyên di şerê li dijî terorê de û





3232 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad