English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-23 [11:55 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Netewên Yekgirtî daxwazê ji Herêma Kurdistanê dike, ku biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl bike û ji her du aliyên Hewlêr û Bexdayê daxwaz dike, ku li gorî Destûra Iraqê dest bi gotûbêjan bikin.

 

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Ferhan Heq di daxuyaniyekê de ragihand, ku NY daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku bêyî derengmayînê li gorî Destûrê li ser mijarên cuda yên di navbera xwe de dest bi diyalogê bikin.

 

Ferhan Heq da xuyakirin, ku Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar daye, ku referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û ew yek jî biryara dawiyê ye û niha ew biryar dikare tevahiya encamên referandumê hilweşîne.

 

Berî niha serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû, ku ew biryar bi awayekî yekalî hatiye dayîn û nûnerê Herêma Kurdistanê têde amade nebûye.

 

Herwiha Mesûd Barzanî jî derbarê wê mijarê de ragihandibû, ku asayî ye dadgeheke federalî ya destûrî hebe ji bo çareserkirina wan nakokiyên ku di navbera herêm û navendê de rû didin, lê hinek pirsên destûrî û yasayî yên cidî hene ku Dadgeha Federalî ya Iraqê di demên borî de li hemberî wan bê helwest û bêdeng maye.

 

Barzanî herwiha daye xuyakirin, ku ew dadgeha ku niha heye, berî pejirandina Destûra Iraqê hatiye damezirandin û pêwîst bû, piştî pejirandina Destûra Iraqê di sala 2005ê de ew dadgeh bihatiba hilweşandin û li gorî madeya 92 a Destûrê dadgeheke nû bihatiba damezirandin.

 

Barzanî tekez kiribû, ku ti dadgehek nikare deng û îradeya zêdetir ji 3 milyon kesan betal bike.





3022 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad