English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-22 [01:02 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendekî serokomarê kurd yê Iraqê Fuad Mehsûm dibêje, Mehsûm nikare fermanekî bide ji ber ku tevahiya desthilatê di destê serokwezîrê Iraqê de ye.

 

Şêwirmendê serokomarê Iraqê, Ebdullah Eliyawayî ji BasNewsê re got, serokomar Fuad Mehsûm hewl dide rewşa deverên Kurdistanî aram bike û daxwaz ji wezîrê navxwe yê Iraqê jî kiriye di wî warî de hewlên zêde bide.

Ebdullah Eliyawayî her wiha got, wezîrê navxwe yê Iraqê soz daye serokomar da ku hejmara polîsan li wan deveran zêde bike û rola xwe baştir bilîzin.

 

Li ser şandina tabûrek ji garda serokomariyê bo deverên mîna Kerkûk û Xurmatû jî şêwirmendê Fuad Mehsûm got, serokomar dixwaze bişîne lê ew nikare fermana wê yekê çimkî fermana şandina hêzên serbazî di destê serokwezîrê Iraqê de ye.

Beriya niha hatibû gotin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza serokomarê Iraqê bo şandina tabûrek ji garda serokomariyê bo deverên Kurdistanî red kiriye.

 





4057 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad