English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-22 [12:31 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê hêviyên xwe dibêje, ku hewldanên gruba xiyanetkar a 16ê cotmehê ya YNKê bo civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê nebe hewldaneke xiyaneteke din û ‘’Xeletî bi xeletiyek din ve çênekin û bi rêyên yasayî ve hewl bidin.’’

 

Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talabanî di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Civîna duh 21.11.2017ê ya encûmena parêzgeha Kerkûkê ne yasayî bû û tene 15 endamên encûmenê li lîsteya biratî, du partiyên tirkmen û kombûna ereb pêkhatibûn, ji ber vê jî rêjeya yasayî ne temam bû.’’

Li hember pirsa BasNewsê ya gelo metirsî tineye ew gruba xiyanetkar a 16ê cotmehê ya YNKê bi navê civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê ve xiyanetek din pêkbîne? Talabanî ragehand: ‘’Hêvîdarim ji dilsoziya wan be û hewldanên wê gruba nav YNKê ne ji bo wê yekê be ku pirsan vê derbarê de dikin, ji ber naha rewşa ne tenduristî berê xwe daye Kerkûkê, ji aliyê ereb kirina bajar ve bi rêya cîgirê parêzgehê Kerkûkê Rekan Cibûrî ve hewldanên cidî hene.’’

Rêbuwar Talabanî berpirsyariya ava bûna wan bûyerên li Kerkûkê xist stûyê YNKê û got: ‘’YNK heta naha take hêza Kurdistanê ye ku li Kerkûkê maye, take saziyeke rewa bo çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê encûmena parêzgehê ye. Ji ber vê hewldanên YNKê jî bi rêya encûmena parêzgehê ve bi rêya destûrî û yasayî be baştir e, ne ku bixwazin xeletiyê bi xeletiyek din ve rast bikin.’’

Duh bi navê encûmena parêzgeha Kerkûkê gruba xiyanetkar a YNKê ya 16ê cotmehê li encûmena parêzgeha Kerkûkê mil da milê ereb û tirkmenên Kerkûkê, ku bi aşkerayî dijatiya kurdên Kerkûk û Kurdistanîbûna bajar dikin, civînek pêkanîn û navê civînê jî kirin civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê.





3355 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad