English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-19 [11:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Parlementoya Îranê Elî Larîcanî îro diçe seredana bajarê Kirmaşanê yê Rojhelatê Kurdistanê ku lê erdhej çê bibû. Nûnerê Kirmaşanê li Parlementoya Îranê Qasim Casimî ragihand ku bi merema seredana wan cihên ku erdhejê ziyan gihandiye, Serokê Parlementoya Îranê Elî Larîcanî îro diçe Kirmaşanê. Elî Larîcanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Kirmanşanê de dê ligel ziyanpêketiyên erdehejê re bê ba hev û herwiha tê gotin Larîcanî dê beşdarî merasima veşartina çend qurbaniyên erdhejê jî bibe. Qasim Casimî bal nekişandiye ser wê yekê ka Larîcanî rojekê li Kirmaşanê dimîne yan na. Beriya niha Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî ligel çend berpirsên îranî serdana herêma erdhejê kiribû. Hêjayê gotinê ye, ku roja Yekşemê 12-11-2017, erdhejeke bi hêz a 7.3 pileyên rîxterê parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê rû da û piraniya Başûrê Kurdistanê jî hejand.



3118 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad