English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-19 [10:17 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê Serokkomarê Iraqê Eyad Elawî got, tevî dahatên Iraqê zêdeye lê dîsa jî 133 milyar deyndar e. Cîgirê Serokkomarê Iraqê Eyad Elawî ragihand hikûmeta Iraqê li ser binemayên piştguhxistin û tayfegerî hatiye avakirin û nakokiyên etnîkî sedema rawestandina geşekirinê ne û xelkê Iraqê jî vê yekê bi tundî red dikin. Cîgirê serokkomarê Iraqê Eyad Elawî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, di hilbijartinên bê de eger bi pakî birêve biçe guhertinên mezin dê çêbibin û qebûl nakin ti welatek li proseya hilbijartinan destwerdanê bike. Eyad Elawî destnînaş kir ku armanca wan damezrandina dewletekê li ser binemaya welatîbûnê ye. Derbarê rewşa aboriya Iraqê de jî Elawî da zanîn tevî wê dahata mezin, Iraq 133 milyar dolar deyndar e. Derheqê rewşa herêmê de jî Cîgirê Serokkomarê Iraqê got, lihevhatineke ne cêgîr di navbera Amerîka û Rûsya de heye, herwiha rewşa Sûriyê jî bi giştî cihê dilgraniyê ye, ji ber ku Rûsya ligel yekîtiya Sûrya ye û ditirse tişta li Iraqê çêdibe li wir jî çêbibe.



3181 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad