Hewlêr (ZNA) - Parlamenterê Îtîlafa dewleta yasa ku Nûrî Malikî serokê wê ye radigehîne ku ew rê nadin parlamenterên serxwebûnxwaz ên kurd wegerin parlamentoya Iraqê.
Endamê fraksiyona dewleta yasa li parlamentoya Iraqê Mensûr Beicî bi beyanameyekê ragehand, pêwîste dadgeha federal a Iraqê doza wan 15 parlamenterên kurd zelal bike, ku beşdarî li referandûma serxwebûna Kurdistanê kirine û deng bo cudabûna Kurdistanê dane.
Mensûr Beicî parlamenterên kurd wek binpêkirina destûrê tometbar dike û gef li wan dike û dibêje heta li dadgehê doza wan zelal nebe ew rê nadin wan parlamenteran wegerin parlamentoya Iraqê.3196 car hatiye dîtin |
|