English | عربی | کوردی  
 
 
2017-11-01 [10:00 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hemû geştên esmanî yên Firokexaneya Navdewletiya Bexdayê hatin rawestandin.

 

Doh şeva 31ê Cotmeha 2017ê tevahiya geştên esmanî yên Firokexaneya Navdewletiya Bexdayê hatine rawestandin.

 

Li gorî agahiyan, rawestana geştên esmanî yên Firokexaneya Bexdayê ji ber wê yekê ye ku fermanberên wê firokexaneyê bi awayekê giştî ketine grievê.

 

Biryar bû roja Sêşemê 31.10.2017 li firokxaneya navnetwî ya Hewlêrê firokyek ber bi Bexdayê ve biçe lê ew geşt û hemû geştên din li firokxaneya navnetewî ya Bexdayê hatin rawestandin.

 

Rêvebira firokxaneya navnetewî ya Hewlêrê ragihandiye ku, roja Sêşemî 31ê Cotmeha 2017ê demijmêr 6:00 êvarî tevahiya geştên esmanî yên firokexaneya Bexdayê hatine rawestandin.

 

Herwiha da zanîn ku, firokxaneya Bexda ji ber mangirtina karmendan heta sibe demijmêr 7:00 xizmetê pêşkêş nake û hemû geştên çûnûhatinê yên firokeyê hatin rawestandin.

 





2884 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad