English | عربی | کوردی  
 
 
2017-08-27 [11:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Çavkaniyên Iraqê behsa vê yekê dikin ku piştî yek heftiyê destpêkirina operasyona qeza Telaferê ya ser bi Nînowa, naha tenê taxek li başûrê Telaferê maye ku bê kontrol kirin.

Li gor fermandarên Iraqê dervey taxa Elsena ya bakûrê Telaferê, qezaya Telafer bi temamî hatiye kontrol kirin û çekdarên DAIŞê ber bi rojhilat û rojavayê qezayê ve revî ne û bi sedan kes ji wan hatine kuştin.

Malpera Reyî El Yewm hişyarî daye ku DAIŞê li Mûsilê taktîka paşvekêşînê û piştre xafilkirina hêzên Iraqê pêkanî û dibe ku ew taktîk dîsa dubare bibe.

Herwaha çavkaniyên Iraqê jî ji ajansa Reutersê re ragehandin, hêzên Iraqê ber bi kontrola temamî ya yekcarî ya bajarê Telaferê nêzîk in û tenê sedî 5 ê bajar maye ku bê azad kirin.

Wezîrê berevaniya Iraqê İrfan Heyalî jî duh li eniya şer a li Telaferê aşkera kir: ‘’DAIŞ li Iraqê hilweşiyaye û êdî nikare berevaniyê bike û ragehandina azad kirina temamî ya Telaferê nêzîk e û em li bendê wê nûçeyê jî serokwezîr Heyder Ebadî belav bike.’’





2914 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad