English | عربی | کوردی  
 
 
2017-08-24 [11:05 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Balyozê Rûsyayê yê li Sudanê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe ya li Hartumê mirî hate dîtin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragiahdn ku Balyozê Rûsyayê yê li Sudanê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe ya li Hartumê mirî hate dîtin.

 

Li gorî daxuyaniya wezaretê, sedema mirina dîplomatê rûsî yê 62 salî hê nehatiye zanîn û ji sala 2013an ve li Sudanê wezîfeya balyoziyê dimeşîne. Dîplomatê rûsî berî Sudanê li Misir, Yemen, Erebîstana Siûdî û li Ruandayê wezîfe kir.

 

Wezareta Derve ya Sudanê jî mirina balyoz serast kir. Berdevkê wezaretê Garibullah el Hadar di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Balyozê Rûsya yê li Hartumê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe canê xwe ji dest da.

 

El Hadar ji bo mirina balyoz sersaxî ji gelê rûs, hikûmet û ji malbata wî re xwest û ragihand ku Şirinskiy ji bo pêşxistina têkiliyên her du welatan kedeke mezin da.

 





3460 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad