English | عربی | کوردی  
 
 
2017-08-24 [10:34 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê hevpeymaniya navneteweyî ya dijî DAIŞê pêşbîniya wê yekê kir ku dema hêz digehin navenda bajarê Telaferê, şer dê girantir bibe û kuştina bi sedan çekdarên DAIŞê jî aşkera kir.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş Yehya Resûl amaje bi vê yekê kir, ku hêzên dijî teror û polîsê îtîhadî û heşdî şeibî bi beşdariya hêzên hevpeyman ve şerê kontrol kirina bajarê Telaferê dane destpê kirin û ragehand: ‘’Balefirên şer ên hêzên hevpeyman di eniyên şer ên polîsê îtîhadî û artêşa Iraqê de şer dikin û beşdariyek aktîf pêktînin.’’

Herwaha aşkera kir, heta naha 15 cîhên veşartî yên çek û teqemeniya DAIŞê dest danîne ser û 19 topên hawanê, 5 zirxpoş û gelek çekên RPG li gel 5 amûrên helkolînê (bildozer) têkbirine.

Ji aliyê din ve berdevkê hêzên hevpeymana navneteweyî ya dijî DAIŞê Ryan Dillon ragehand: ‘’DAIŞ rastî şikesteke din dê bibe, li Tikrîtê heta Mûsilê û naha jî Telafer hêzên Iraqê gelek qurbanî dane bo têkşikandina DAIŞê.’’

Herwaha aşkera kir di meha borî de hêzên hevpeymanan 200 êrîş pêkanîne û zêdetir ji 100 çekdarên DAIŞê kuştine. Herwaha got ew kargehên ku bombeyên çandî tên çêkirin hatine wêran kirin û wesayîtên bombebarkirî tê de dihatin amade kirin û got: ‘’Em pêşbînî dikin ku dema hêz bigehin navenda bajarê Telaferê şer dê pir girantir bibe.’’





3307 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad