Hewlêr (ZNA) - Wezareta berevaniya Iraqê nexşeya navçeyên rizgarkirî ya bajarokê Telaferê li parêzgeha Nînowa belav kir.
Îro 23.08.2017ê şaneya ragehandina şer a Iraqê, ku beşeke ji wezareta berevaniyê, nexşeya navçeyên rizgarkirî û navçeyên şerê hêzên Iraqê û çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê belav kir.
Di nexşeyê de ew cîhê ku çekdarên DAIŞê lê mane bi rengê reş hatiye nîşandan, navçeyên hatî rizgar kirin jî kesk hatiye nîşandan û ew navçeyên hîn şer lê berdewame jî bi rengê sor hatiye destnîşan kirin.
Roja 20.08.2017ê serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî destpê kirina operasyona rizgarkirina Telaferê ragehand.
4561 car hatiye dîtin |