Hewlêr (ZNA) - Şaneya ragehandina şer ragehand ku, di çareçoveya operasyona rizgarkirina Tilaferê de Hêzên Iraqê karîn 3 gundan ji destê çekdarên DAIŞê rizgarbikin.
Îro, Sêşemê 22.08.2017 fermadarê operasyona rizgarkirina bajarê Tilaferê ferîq rukin Ebdulemîr Yarela di daxuyaniyekê de bo malpera shefeq News re agehand ku, yekîneyên firqeya 15 ya Hêzên Iraqê karîn gundê El-Xan, Xereb Tom û Mecaîn ku dikeve başurê El-Mehlebiyê rizgarbikin û alaya Iraqê bilindkirin.
Berî du rojan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî operasyona rizgakirina bajarê Tilaferê ji aliyê Hêzên Iraqê ve ragehand.
3100 car hatiye dîtin |