English | عربی | کوردی  
 
 
2017-08-17 [11:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Iraqê bo komkirina belge li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê daxwaza alîkariyê li Encûmena Asayîşa Navnetewî dike.

Wezîrê derve yê Iraqê Îbrahîm Cehferî ragehand, ku welatê wan bi hemahengiya Brîtanya ve mijûlê amadekirina proje biryarekê ne bo Encûmena Asayîşa Navnetewî.

Îbrahîm Cehferî ragehand, ku ew tewanên çekdarên DAIŞê li dijî hemwelatiyên sivîl pêkanîne, bûye sedem ku hikûmeta wan daxwaza alîkariyê bo komkirina belge li Encûmena Asayîşa Navnetewî bixwaze, ku çekdar û rêveberên DAIŞê li gor yasayên Iraqê bên dadgeh kirin.  

Yek ji wan tewanên dijî mirovahiyê yên DAIŞê pêkanîna plana jenosoida kurdên êzdî bû. Ku piştî dagirkariya rêxistinê bi hezaran hemwelatiyên kurdên êzdî bi tometa kurdbûn û ne mislimanbûnê hatin kuştin û revandin. 





2785 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad