Hewlêr (ZNA) - Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Robert Manning di derbarê kuştina du leşkerên Amerîkî li Iraqê de ragihand ku sedema kuştina her du leşkeran, di dema topavêtinê de buyer qewimî.
Roja Sêşemiyê Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Robert Manning di kongreyeke rojnamevanî de destnîşan kir ku, "di dema bersivdayîna li dijî DAIŞê li yekîneya topavêjan de bextrejiyeke hat jiyandin û di encamê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn.
Manning, di derbarê naveroka bûyerê de ti zanyarî aşekere nekir, lê nezelaliya di derberê bûyerê de jî ji holê ranebû.
Berdevkê Pentagonê diyar kir ku rewşa tenduristiya leşkerên birîndar jî baş e.
Pentagon di daxuyaniyeke eşkere kiribû ku di operasyona li bakurê Iraqê de ya di 13ê Tebaxê de 2 leşkerên wan hatin kuştin, 5 jî birîndar bûne.
2773 car hatiye dîtin |