English | عربی | کوردی  
 
 
2017-08-06 [10:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Heşda Şeibî bersiv da Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir.

 

Pêr li Meydana Tehrîr a bajarê Bexdayê yê paytexta Iraqê, alîgirên Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kiribûn.

 

Muqteda Sedir di xwepêşandanê de axivîbû û diyar kiribû, pêwîst e ku hin çekdarên birêxistinkirî yên Heşda Şeibî bikevinebin fermana Artêşa Iraqê û tekez kiribû, ku pêwîst e çek di destê dewletê de be.

 

Piştî vê bangewaziyê, Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî li ser daxuyaniya Sedir wiha axivî:

 

“Heşda Şeibî dê belav nebe û dê kes nikaribe belav bike. Çimku bi çek e û hêzeke li pêş e. Heşda Şeibî di çarçoveya yasayan de, di bin fermandariya leşkerî de ye.”

 

Ehmed Esedî destnîşan kir, ku Heşda Şeibî tenê bi yasayan dê ji Iraqê were derxistin û got:

 

“Heşda Şeibî bi biryara Parlementoya Iraqê bi Artêşa Iraqê ve hate girêdan. Ev rewş tenê bi yasayan dê biguhere.”





3151 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad