English | عربی | کوردی  
 
 
2017-07-18 [01:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê Firqeya 9 ya Zirxî ya Artêşa Iraqê  plana kontrolkirina navçeya Tileferê ragihand û tekez kir, ku ti grûbeke Heşda Şeibî beşdarî operasyonê nabe. 

 

Fermandarê Firqeya 9 ya Zirxî ya Artêşa Iraqê  Ferîq Rukin Qasim Nezal da xuyakirin, plana kontrolkirina navçeya Tileferê hatiye amadekirin û  hêzên ewlekariyê li benda demjimêr "0" ê ne daku dest bi operasyonê bikin. 

 

Derbarê wan hêzên ku beşdarê operasyonê bibin, Nezal da xuyakirin: “Ew hêzên ku beşdarê operasyonê bibin, heman ew hêz in ku di operasyona Mûsilê de beşdar bûn û ti aliyekê Heşda Şeibî di operasyona kontrolkirina Tileferê de beşdar nabe.”

 

Roja 10ê Tîrmehê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê ragihandibû.





3238 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad