English | عربی | کوردی  
 
 
2017-06-18 [11:47 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hêzên pêşmerge li navçeya Xurmatû bi tundî bersiv dan êrîşa çekdarên DAIŞê. Di encama pevçûnê de 4 çekdarên DAIŞê yên xwekuj hatine kuştin û pêşmergeyek jî birîndar bû.

 

Îro yekşemê 18-6-2017, demjimêr 04:00ê destê sibê, li rojavayê navçeya Xurmatû, 4 çekdarên DAIŞê yên xwekuj êrîşî baregaha Fewca 4 a Lîwaya 16 a Hêzên Pêşmerge kirin.

 

Li gorî gotina pêşmergeyên Fewca 4, di dema êrîşê de zêdetirî 2 demjimêran pevçûn derketiye û paşî çekdarên xwekuj xwe gihandine jûrekê fewcê û pêşmergeyan jî ew dorpêş kirine. Di dema dorpêçê de çekdaran xwe teqandine.

 

Hate gotin, ku çekdarên êrîş kirine pakistanî û endonezî bûne.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn ragihand: “Di vê êrîşê de tenê pêşmergeyek birîndar bûye. Herwiha piştî vê êrîşê Hêzên Pêşmerge li herêmê dest bi operasyonê kirine.”

 

 Navçeya Xurmatû ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û 100 kîlometreyan ji nevanda bajarê Tikrîtê dûr e.

 

Hejmara rûniştvanên Xurmatûyê bi gund û bajarokên derdorê ve nêzîkî 220 hezar kes e û ji sedî 60 kurd in, ji sedî 25 tirkmen û ji sedî 15 jî ereb in.

 





3169 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad