English | عربی | کوردی  
 
 
2017-06-18 [10:35 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li Portugalê agirek mezin berbû daristanên wî welatî û di encamê de 62 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî di encama şewatê de birîndar bûne.

 

Li gorî nûçeya AFPê, îro yekşembiyê 18ê Hezîranê agirek mezin bi daristanê welatê Portugalê ketiye û li gorî zanyariyan, heta niha di encama şewatê de, 62 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Herwiha zêdetirî 90 kes jî di encama bûyera agirberbûna daristanan de birîndar bûne û tîmên hawarçûnê kesên birîndar veguhastine nexweşxaneyan.

 

Ji ber hejmara zêde ya qurbaniyên şewatê, hikûmeta Portugalê li wî welatî 3 roj weke şîna (taziya) giştî ragihandiye.

 

Hikûmeta Portugalê zêdetir ji 1,700 karmendên agirvemirandinê erkdar kirine û hejmareke zêde ya otomobîl û wesayitên taybet bi agrivemirandinê bo kontrolkirina agir jî şandine cihê bûyerê.

 

Di encama agirberbûna darsitanan de, rûbereke berfireh a daristanên Portugalê û herwiha xanî û avahiyên derorê û otomobîlê welatiyan jî şewitîne.

 

Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa, bûyera agirberbûna daristanên wî welatî weke trajediyeke mezin bi nav kir û ragihand: “Di wan çend salên dawiyê de, agirek bi vî awayî mezin û berfireh li Portugalê çê nebûye.”

 

Hikûmeta Portugalê soz daye, ku hewlên xwe bo kontrolkirina agir berfirehtir bike û hejmara tîmên agirvemirandinê û hawarçûnê li herêma şewatê jî zêdetir bike.

 

Ji roja şembiyê 17ê Hezîranê ve, şepêleke bihêz a germiya hewayê berê xwe daye Portugalê û li hin navçeyên wî welatî pileya germiya hewayê ji 40 pileyî zêdetir bûye.





2884 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad