English | عربی | کوردی  
 
 
2017-06-18 [09:44 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ragihand, ji bo giştpirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê ti budce veneqetandiye.

 

Endamê Komîsyona Darayî ya Parlementoya Iraqê Heysem Cuburî di daxuyaniyeke xwe de îdia kiribû, ku hikûmeta Iraqê ji bo giştpirsiya ku di 25ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê dê pêk bê, 6 milyar dînar (derdora 4 milyon û 800 hezar dolar) pere dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ev îdia red kir û ji Rûdawê re ragihand, ji bo giştpirsiyê ti dirav nedane Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê Hendrên Mihemed diyar kir, ku ji bo hilbijartinên giştî û hilbijartinên serokatiyê û herwiha ji bo giştpirsiyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê 35 milyon dolar daxwaz kirine û got: “Wezareta Darayî di destpêkê de ji bo amadekariyên giştpirsiyê 6 milyon dolar da komîsyonê.”





3034 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad