English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-27 [12:24 PM]

Hewlêr (ZNA)-


Hêzên Heşda Şeibî li başûrê Mûsilê navçeya Hezerê bi tevahî kontrol kirin.

 

Li gor daxuyaniya Fermandariya Heşda Şeibî, bi ser navçeya Hezerê operasyon hatiye lidarxistin û di encama operasyonê de navçeya Hezerê bi tevahî hatiye kontrolkirin.

 

Roja sêşema 25ê Nîsana 2017an Hêzên Heşda Şeibî bi navê Muhemmedun Resûlullah bi ser navçeya Hezerê operasyon dabûn destpêkirin û piştî du rojan ew navçe bi tevahî hate kontrolkirin.

 

Hat ragihandin, ku di operasyonê de 61 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku ji wan 19 çekdar êrîşkarên xwekujiyê bûne. Herwiha 8 wesayîtên bombekirî û gelek bere û tunelên DAIŞê hatine îmhakirin.  

 

Navçeya Hezerê 80 kîlometre dûrî başûrê Mûsilê ye û devereke stratejîk e ku parêzgehên Neynewa, Selahedîn û Enbarê bi hev ve girê dide.

 

Herwiha Rêveberiya Heşda Şeibî diyar kir, ku 5 hezar û 500 awareyên xelkê Hezerê vegerandine cih û warên wan.





3064 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad