English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-20 [11:26 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hêzên Iraqê di çarçoveya operasyona kontrolkirina Mûsilê de li rojavayê wî bajarî taxeke din jî rizgar kirin.

 

Fermandarê Operasyona Em Hatin Neynewa Ebdulemîr Reşîd Yarallah bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên Dije-Terorê li rojavayê Mûsilê, taxa Sewreyê xistine bin kontrola xwe û ala Iraqê li wê taxê hatiye bilindkirin.

 

Ebdulemîr Reşîd Yarallah diyar kir, ku li taxa Sewreyê di encama şer û pevçûnan de zirareke mezin dane DAIŞê.

 

Ji qonaxa duyem a operasyona Mûsilê ku ji aliyê Serokwezîr û Serfermandarê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Heyder Ebadî ve di 10 Sibatê de hatibû destpêkirin, heta niha ji sedî 60ê rojavayê Mûsilê hatiye rizgarkirin.

 

Rojhilatê Mûsilê bi operasyonên ku di 10ê Cotmeha 2016an de hatibû destpêkirin, piştî 3 mehan bi tevahî ji DAIŞê hatibû paqijkirin.





3910 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad