English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-17 [11:14 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê, Muqteda Sedir mûçeyên karmendên tevgera xwe bo nîvî kêm kir.

 

Muqteda Sedir ragihand, ku Tevgera Sedir rastî qeyrana darayî bûye û ji ber wê yekê biryara kêmkirina mûçeyên ser bi tevgerê ve daye.

 

Sedir got, ji ber wê qeyrana darayî ku rastî Tevgera Sedir bûye, pêwîst e aliyên pêwendîdar ên nava vê tevgerê mûçeyên hemû beş û navendên tevgerê kêm bikin û bo nîvê mûçeyên berê daxînin.

 

Sedir daye xuyakirin, kêmkirina mûçeyên karmendên Tevgera Sedir dê heta 6 mehan berdewam be.

 

Rêberê Tevgera Sedir, di biryara xwe de tekez kiriye, ku kêmkirina mûçeyan malbatên şehîdan li xwe nagire.

 

Muqteda Sedir daxwaz ji endam û alîgirên tevgera xwe jî kiriye, ku aram bin û sebrê bikin.





2926 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad