English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-10 [12:23 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li ser biryara hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê, parlamenterên Iraqê ji bo jikar dûrxistina Necmedîn Kerîm îmzeyan kom dikin. Parlamenterên kurd jî dibêjin, eger ev mijar were parlamentoyê dê tevahiya proseya siyasî ya Iraqê hilweşe.

 

Karvendana Bexdayê ya li hember pêngava Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û herwiha Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm Berdewam dikin.

 

Parlamnterê Partiya Dewleta Yasa ya ku Nûrî Malîkî serokatiya wî dike, Ebdulhadî Mûhan ji Rûdawê re ragihand, wan ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm 100 îmze komkirine û dê van îmzeyan bidin parlamentoyê.

 

Parlamenterê tirkmen ê Parlamentoya Iraqê Niyazî Mîmaroglu jî daxuyand, ku ew dixwazin ji bo ji kar dûrxistina Necmedîn Kerîm zêdetirî 200 îmzeyan kom bikin.

 

Mîmaroglu got; “Em dixwazin serî li Dadgeha Federalî bidin û daxwaza xwe pêşkeşî Serokwezîr heyder Ebadî bikin. Em hewl didin daxwaza ji kar dûrxistina Kerîm û hilweşandina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê daynin pêşiya parlamentoyê.”

 

Lê parlamenterê Kerkûkê Rêbwar Taha jî li dijî Parêzgarê Kerkûkê berhevkirina îmzeyan weke karekê ne yasayî û li dijî destûrê dibîne û dibêje; “Ji ber ku du rêyên dûrxistina parêzgarekî hene. Ya yekemîn divê encûmena parêzgehê bixwe vê biryarê bigre. Ya duyemîn jî divê serokwezîr daxwazeke wiha ji parlamentoyê bike.”

 

Taha da zanîn, ku şertê dûrxistina parêzgarekî li gorî qanûnan ew e, ku divê gendeliya li ser navê wî were selmandin. Herwiha were selmandin ku kursiya xwe ji bo berjewendiya xwe ya şexsî bikar aniye.

 

Rêbwar Taha got; “Parêzgarê Kerkûkê ev yek nekirine. Lewma jî ew nikarin tiştekê bikin. Eger vê mijarê bînin parlamentoyê dê wê demê tevahiya proseya siyasî ya Iraqê hilweşe. Pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û hevsengiyên hene dê têkbiçin.”

 

Roja 28ê Adara 2017ê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da Ala Kurdistanê li hemû fermangeh, sazî û dezgehên hikûmî were bilindkirin





2923 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad