English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-09 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Koçberbûna xelkê rojavayê bajarê Mûsilê berdewam e, li gora zanyariyên saziyên koçberan, rojane nêzîkî hezaran kes li wî beşê Mûsilê bi sedema şer koçber dibin.

 

Tora rêxistinên civaka sivîl a Îraqî radigihîne ku rojane bi sedan malbat ji rojavayê Mûsilê koçber dibin û bi ser 5 kampan de têne parvekirin.

 

Herwiha dibêje, di dema 3 rojên derbasbûyî de zêdetirî 9 hezar kes hatine rizgarkirin. Lê hîna bi hezaran kes li navçeyên di bin destê DAIŞê de mane û rizgar nebûne.

 

Li gora zanyariyan DAIŞ rê nade xelkê rojavayê Mûsilê ku xwe rizgar bikin û wan weke mertalên mirovî ji xwe re bikar tîne.

 

Hinek çavkanî li Mûsilê dibêjin, di çend rojên derbasbûyî de DAIŞê bi tometa hewldana revê hejmareke xelkê li sêdarê dane. 





3823 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad