English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-09 [10:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêberê Tevgera Sadir a Iraqê Mûqteda Sadir rola Amerîkayê ya li herêmê weke “nerênî” binav kir û herwiha bang li Beşar Esed kir, ku dest jhi desthilatê berde.

 

Muqteda Sadir di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya derbarê êrîşa Amerîkayê ya li ser Sûriyê anî ziman û got; “Rola Amerîkayê ya li herêmê roleke nerînî ye. Tenê gelê Sûriyê ji destwerdana zirarê dibîne.”

 

Sadir got, ku divê Amerîka xwe ji şerê Sûriyê dûr bigre, jiber ku dê Sûriye ji Amerîkayê re bibe Viyetnameke nû.

 

Rêberê Tevgera Sadir amaje bi bombebaran Mûsilê jî kir û diyar kir; “Ji aliyekê Amerîka li Mûsilê sivîlan bombebaran dike, aliyekê din ve jî êrîşa bi kîmyayî ya Sûriyê şermezar dike.”

 

Sadir ji hemû aliyan xwest ku ji Sûriyê vekişin û ji Beşar Esed jî xwest ku dest ji serokatiya Sûriyê berde.

 

Roja 4ê Nîsana 2017ê bajarokê Xan Şêxûn a parêzgeha Idliba Sûriyê rastî êrîşeke esmanî hat û di êrîşê de çekên qedexekirî hatin bikaranîn.  Di encama êrişê de nêzîkî 107 sivîlan jiyana  xwe jidest dan û zêdetirî 560 kesan jî birîndar bûn.

 

Li hember vê îro înê saet 04:00ê danê Kurdistanê, Artêşa Amerîkayê ji Derya Spî ji her du gemiyên USS Porter û USS Ross ve 59 mûşekên Tomahawk avêtine Binkeya Esmanî ya Elşerîhe ya li parêzgeha Hums a Sûriyê.





2902 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad