English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-06 [02:31 PM]

Hewlêr (ZNA)-


Hat ragihandin ku Hewlêr û Bexda ji cîbicîkirina pêwîstiyên madeya 140 a Destûra Iraqê re hemraman in.

 

Şandeke Herêma Kurdistanê, ku ji du endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên pêkhatiye, ji bo gotûbêjkirina mijarên referanduma serxwebûna Kurdistanê û hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê duh serdana Bexdayê kir.

 

Şanda navborî li Bexdayê her yek bi cudar bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokomar Fûad Mehsûm, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û nûnerên Tevgera Sadr re civiyan.

 

Ofîsa Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di civîna Heyder Ebadî û şanda Herêma Kurdistanê de alî lihevhatine ku pabendê diyalogê bimînin û ji bo aramkirina rewşê hewl bidin.

 

Li gorî daxuxayniyê herwiha wan behsa xalên hevbeş û pêkanîna destûrê kirine ku yekîtiya Iraqê û bihevre jiyanê biparêzin û nehêlin ku aloziyên cuda derkevin û zêdetir berê xwe bidin şerê li dijî DAIŞê.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di civînê de hat amajerkirin ku divê kes ji çarçoweya yasayan dernekeve û divê her alî ji bo hevgirtiya Iraqê û pêkve jiyana pêkhateyan hewl bide. Herwiha karê sereke divê têkbirina DAIŞê be.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew li ser çalakirina madeya 140 rêkeftine û dê herdû alî jî ji bo parastina yekpariya Iraqê kar bikin û piştî herêmên di destê DAIŞê de hatin kontrolkirin serjimerî bê pêkanîn.

 

Roja yekşemiya vê heftiyê 2ê Nîsanê, her du polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêrê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiyabûn û li ser çêkirina du şandên hevbeş bo serdankirina Bexdayê û aliyên siyasî yên Kurdistanê biryar dabûn.

 

Li ser heman bingehê, şandeke hevbeş a PDKê û YNKê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Şiyoî ya Kurdistanê (Komonîst) û Komela Îslamiya Kurdistanê (Komel) kir.





3253 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad