English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-05 [09:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê weke bertek li hember daxuyaniyên Îran û Tirkiyê li ser mijara hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê ragihand, ew rê bi ti awayî rê nadin destwerdanên biyanî yên di nava karûbarên navxweyî yên Iraqê de. Ebadî herwiha got, ku wî daxwaz li rêvebriya Kerkûkê kiriye, ku Ala Kurdistanê bînin xwarê.

 

Encumena Wezîran a Iraqê duh sêşemiyê civîna xwe ya asayî bi serokatiya Serokwezîr Heyder Ebadî li dar xist.

 

Piştî bidawîhatina civînê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî konfranseke rojnamevanî pêk anî û têde li ser mijara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê axivî.

 

Heyder Ebadî daxwaz ji rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kir, ku Ala Kurdistanê bînin xwarê û rêzê li madeyên destûrê bigirin û biryarên yekalî nedin.

 

Ebadî da xuyakirin, ku li ser vê mijarê bi Necmedîn Kerîm re axiviye û got: “Min daxwaz jê kiriye ku ji biryara xwe poşman bibe û eger Ala Kurdistanê bi boneya Newrozê hatiye hildan, a niha ew bone bi dawî bûne û pêwîst e ew ala were xwarê.”

 

Serokwezîrê Iraqê got: “Encumena Wezîran civiya, û hejmarek biryar da. yek ji wan derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser fermangeh û avahiyên parêzgeha Kerkûkê bû. Di vê bareyê de me daxuyaniyek amade kiriye û ez bawer im, ku hatiye belavkirin û me amaje bi wê yekê kiriye, ku niha ji her demî zêdetir me pêwîstî bi yekgirtinê heye, weke çawan hêzên ewlehiyê bi yekgirtî kar dikin, Artêşa Iraqê û Pêşmerge û Heşda Şeibî û Polîsê Federal û yekîneyên ewlehiyê yên din hemaheng in û pêkve di eniyên parastina keramet û şerferê de, li dijî dijmin û li dijî DAIŞê şer dikin.”

 

Heyder Ebadî destnîşan kir, ku biryara rêveberiya Kerkûkê ya derbarê hildana Ala Kurdistanê, biryareke yekalî ye û pêkhateyên din ên sereke yên wê parêzgehê di wê biryarê de beşdar nebûne.

 

Ebadî tekezî li ser pabendbûna hemû aliyan bi rêzgirtina ji bend û madeyên destûra Iraqê kir û diyar kir, ku wî pêwendî bi Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn kerîm re kiriye û daxwaz ji wî kiriye, ku Ala Kurdistanê li ser avahiyên fermî bîne xwarê.

 

Ebadî wiha got:

 

“Hikûmeta Iraqê tekezî li ser rêzgirtina hemû aliyan bo bend û madeyên yasayî yên destûra Iraqê û pêkvejiyana netewî, etnîkî, olî û mezhebî ya vî bajarî dikin û em rijd in li ser diyalog û danûstandinê û biryara yekalî red dikin, em dixwazin ev bajar bibe mînaka pêkvejiyanê li hemû Iraq û deverê.

 

Encumena Wezîran mikurbûna xwe bo prensîpa parastina yekparçeyiya xaka Iraqê û serweriya wê û pêkvejiyana hevbeş û cikaranîna rêkarên yasayî û destûrî bo bidestxistina wê armanca mezin radigihîne.

 

Min daxwaz ji birêz Parêzgarê Kerkûkê kir, ku vê alê bîne xwarê û min bi zelalî jê re got, niha te derfetek heye, ez dizanim poşmanbûn ji vê biryarêhelwesteke nexweş e, hinek kes wiha difikirin ku ew yek karekî gelek seyr e.”

 

Di beşeke din a vê konfransa rojnamevanî de, Serokwezîrê Iraqê derbarê destwerdan û bertekên welatên cîran li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li Iraqê de jî axivî û tekez kir, ku ew rê nadin ti kes û alî xwe tevlî karûbarên navxweyî yên Iraqê bike.

 

Heyder Ebadî diyar kir: “Em rê nadin destwerdanên ji derve yên di nava karûbarên navxweyî yên Iraqê de. Ji bo çareseriya nakokiyên navxweyî, divê hemû alî hevkariyê bikin.”





3253 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad