English | عربی | کوردی  
 
 
2017-04-04 [02:16 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serwokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, nêzîkî 10 salan e ku Ala Kurdistanê li Kerkûkê liba dibe.

 

Serwokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke ligel televîzyona Meyadinê de derbarê rojevê de daxuyanî da û li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî got, ew yek bizanebûn tê mezinkirin.

 

Heyder Ebadî wiha got: “Ev mijar ji bo destkeftiyên hêzên Iraqê yên li hemberî DAIŞê bêne niximdan mezin dikin.”

 

Ebadî herwiha diyar kir ku Ala Kurdistanê 10 sal e li parêzgeha Kerkûkê liba dibe.

 

Encumena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kurdistanê were bilindkirin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê lê beşekê sunne û şieyên endamên parlamentoya Iraqê li dijî vê biryarê derketibûn





2983 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad