English | عربی | کوردی  
 
 
2017-03-13 [08:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Berevaniya Îranê yekemîn tanka pêşkevtî ya wî welatî ya bi anvê Kerar nimayiş kir.

 

Wezîrê Berevaniya Îranê Husên Dêhqan îro yekşemiyê di merasîmekê de yekemîn tanka pêşkevtî ya wî welatî da nasandin.

 

Husên Dêhqan ragihand, ku navê wê tanka nû û pêşkevtî ya Îranê, Kerar e û ew tank bi yek ji tankên herî pêşkevtî yên cîhanê bi nav kir.

 

Dêhqan herwiha xeta berhemanîna pirhejmar a tanka Kerar jî li Pîşesaziya Zirhî ya Benî Haşim a Dûrûd a li parêzgeha Loristanê jî bi fermî vekir.

 

Wezîrê Berevaniya Îranê di merasîmê de got, ku tanka Kerar bi temamî berhemeke navxwe yî ya Îranê ye û hemû qonaxên çêkirina wê li navxweyê Îranê bûne.

 

Husên Dêhqan derbarê bihêzî û pêşkevtîbûna wê tanka îranî de got, ku ew tank xwediyê sîstema kontrola teqeya elektoroptikî, diyarkirina lêyzerî ya navberê, şiyana teqekirina li armancên di cih de û bi tevger hem bi şev û hem jî bi roj, şiyana avêtina mûşekê û bi armancgirtina lêzerî ya armancan û herwiha şiyana teqekirina topçî û fermandeyê ji du aliyan ve ye.

 

Dêhqan tekez kir, ku karê berhemanîna tanka Kerar 3 salan dom kiriye.

 

Wezîrê Berevaniya Îranê weke nîşandana pêşkevtîbûna wê tanka Kerar got: Tanka Kera, nîşaneya îqtîdarê ye.

 

Berpirsên Îranî dibêjin, tanka nû ya wî welatî ji modêla rûsî ya wek wê yanî T-90 MS bihêztir û pêşkevtîtir e.

 





3580 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad