English | عربی | کوردی  
 
 
2017-03-12 [12:54 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Dadgeha Federal xwest ku dîsa çavnêriyekê li ser yasaya derbarê budçeya Hêzên Pêşmerge de bike.

 

Endamê Encûmena Darayî li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder ji kanala Rûdawê re ragihandiye, ku Heyder Ebadî ji Dadgeha Federal xwestiye ji nûve venêrînekê li ser yasaya derbarê budçeya Hêzên Pêşmerge de bike.

 

Mesûd Heyder wiha got: “Ebadî xwest ku Dadgeha Federal dîsa çavnêriyekê li ser yasa budçeya Hêzên Pêşmerge de bike. Me veçêkir ku ev biryar li parlamentoyê di yasaya budçeya 2017ê de cih bigre.”

 

Heyder diyarkir ku hikûmeta Iraqê amade nîne bûdçeya Hêzên Pêşmerge bide û wiha domand: “Hêzên Pêşmerge li gorî yasaya Wezareta Berevaniya Iraqê hatiye sazkirin û girêdayî wê ye. Bi ser de hê jî qurbaniyan dide. Ji ber vê yekê jî divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal a Iraqê doze veke û giliyên xwe bike.”

 

Li gorî budçeya 2017ê divê hikûmeta Iraqê ji xeynî rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de her meh 38 milyar dînar (115 milyon dolar) weke budçeya Hêzên Pêşmerge bide.

 

Beriya niha Berdevkê Wezareta Darayî ya Iraqê Fazil Nebî ragihandibû Heyder Ebadî ne raziye budçeya Hêzên Pêşmerge bide.





3532 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad