English | عربی | کوردی  
 
 
2017-03-01 [02:43 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsên bilind ên rêveberiya nû ya Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re ragihandine, ku Serokê Amerîkayê Dolad Trump iryar daye helwesta xwe ya derbarê koçber û penaberên hinek welatan de biguhere û herwiha navê Iraqê ji lîsteya qedexekirina vîzeyan derbixe.  

 

Berpirsên amerîkî eşkere dikin, ku Trump li ser guvaşa Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê biryar daye navê Iraqê ji lîsteyê derbixe.

 

 Lê hêjayê gotinê ye, ku van berpirsan nexwestine beriya îmzekirina vê biryarê ji aliyê Trump ve, navê xwe eşkere bikin.

 

Biryar e îro Çarşemê 01-03-2017, Donald Trump biryara nû îmze bike.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 23ê Çileyê de bi tevê Iraqê, vîzeya 7 welatan (Îran, Sûriye, Lîbya, Somal, Sûdan û Yemenê) dabû sekinandin.

 

Lê Dadgeha Bilind a Amerîkayê ev biryar red kiribû.





3634 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad