English | عربی | کوردی  
 
 
2017-02-22 [10:31 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Iraqê ragihand, ji bo rêveberiya Mûsilê ya piştî DAIŞê planên wan amade ne.

 

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî îro konferanseke çapemeniyê li dar xist.

 

Seid Hedîsî ji rojnamevanan re ragihad: “Serokwezîrê me ji bo ku giringiya rola xelkê Mûsilê bide ber çavan, bi endamên Encumena Parêzgeha Neynowayê ku hemû pêkhateyên Mûsilê têde ne, bi parlementer û kesayetên Neynowayê re hevdîtin pêk anî.”

 

Hedîsî diyar kir: “Armanca van hevdîtinan, hevkariya gel, xizmetguzariyên Mûsilê û aramiya wî bajarî ye.”

 

Herwiha Hedîsî di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Ji bo rêveberiya Mûsilê ya piştî DAIŞê, planên Hikûmeta Iraqê amade ne.”

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di 19ê Sibatê de aşkere kiribû ku 3yemîn qonaxa operasyona Mûsilê hatiye destpêkirin.





3103 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad