English | عربی | کوردی  
 
 
2017-01-15 [10:19 AM]

Hewlêr (ZNA)-


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyand, ku ji ber şerê DAIŞê zirar û ziyana ku gihiştiye Iraqê, 35 milyar dolar e.

 

Duh li paytexta Iraqê Bexdayê “Kongreya Diyaloga Bexdayê dest pê kir, ku dê du rojan berdewam bike. Kongre roja yekemîn li Civata Nûneran birêve diçe, biryar e roja duyemîn jî li Zanîngeha Bexdayê berdewam bike.

 

Di kongereyê de Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê, şandeke nûnerên Herêma Kurdistanê, nûner û balyızên welatên cîran û herwiha yên Misir û Lûbnanê jî amade dibin.

 

Di roja yekemîn a kongreyê de mijarên weke, pêşketinên dawîn ên li herêmê, tekoşîna li dijî terorê û têkbirina DAIŞê hatine gotûbêjkirin.

 

Di kongreyê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotarek pêşkeş kir û got; “Hinek welat Iraqê weke metirsî dizanin. Lê Iraq şerê DAIŞê dike û bi vî awayî ewlekariya welatên herêmê jî diparêze.”

 

Di kongreyê de dariştina plana ewlekariya Iraqê jî hate rojevê. Serokwezîrê Iraqê daxuyand; “Ji bilî Artêşa Iraqê ti hêzeke din ji erdê ve şerê DAIŞê nake. Ziyana şerê DAIŞê ji bo Iraqê 35 milyar dolar e.”

 

Di beşeke din ê kongreyê de pêkvejiyana civakî bû, ku sedema sereke ya pozberiya mezhebî ye. Derbarê vê yekê de jî Ebadî got; “DAIŞê hewl da di navbera mezheban de nakokiyan derbixe. Lê jiyana bi hevre û di nava aştiyê de bersiva herî baş e ji bo DAIŞê. Di nêrîta dewletê de tolhildan nîne. Iraq tenê ne welatê şîeyan e, divê hemû kes dest ji parçekirina mezhebî berde.”

 

Serokwezîrê Iraqê derbarê bê çekkirina civakê de jî diyar kir; “Divê tenê artêş û hêzên fermî yên ewlekariyê çekan hilgirin. Bi hemahengiya hemû aliyan divê diyardeya çekdariyê ji hole bê rakirin.”

 

Ev civîn di demekê de tê sazkirin, ku piraniya pirsgirêkên Iraqê hatine cemidandin û çareseriya wan maye piştî şerê DAIŞê. Yek ji pirsgirêka herî giring pêwendiyên Bexda û Hewlêrê û herwiha mijara sînorên nû yên Başûrê Kurdistanê ne, ku bi şerê DAIŞê re jî guhertin di wan de hatine jiyankirin. 





3661 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad